Li Çewlikê êriş: 6 polês canê xwe ji dest dan
Li Çewlikê wesayîtake bombebarkirî ku li devê rê bû, dema wesayîta polêsan derbas dibû hat teqandin û di encamê de 6 polês canê xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Çewlikê wesayîtake bombebarkirî ku li devê rê bû, dema wesayîta polêsan derbas dibû hat teqandin û di encamê de 6 polês canê xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar bûn.
Waliyê Çewlikê derbarê wê êrişa bombeyî de daxuyanî da.
Waliyî got: ‘Wesayîta bombebarkirî li devê rê hatiye parkkirin û dema wesayîta polêsan derbasbûye hatiye teqandin. Şideta wê teqînê nîşan dide ku teqameniyeke zêde û bi hêz hatiye bikaranîn. Heta vê demê 6 polês canê xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar birîndar in.’
Wî waliyê daxuyand ew 4 polêsana bi giranî birîndar bûne û 2 ji wan rakirina Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elazîzê.
(NV/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.