Li Çewlîgê otobusa rêwiyan qulibî: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
Li Kanîreşê, navçeya Çewligê otobûsa rêwiyan wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Îro li ser rêya di navbera Erzirom û Çewlîgê de otobusa rêwiyan a Kompanyaya Cesur Bingolê li nêzîkî gundê Kumetê ji rê derket û wergeriya.
Di encama bûyerê de 2 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan; qeza di saet derdora 00.30an de li devera gundê Kumetê ya navçeya Kanîreşê çêbû.
Otobûsa rêwiyan a ji navçeya Çayelî ya Rîzeyê diçû Mêrsînê, ji ber barîna berfê wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Birîndar, piştî mudaxileya destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.