Li Çewligê ji bo kuştina pezkoviyan destûr hatiye dayîn
Rêvebiriya Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan li Çewlîgê ji bo kuştina pezkoviyan destûr daye.

Fotograf: AA (Arşîv)
Rêvebiriya Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan li Çewlîgê ji bo kuştina pezkoviyan destûr daye.
Rêvebiriya Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan “Destûra Sepana Turîzma Nêçîrê” weşandiye.
Di destûrê de nêçîra pezkoviyên li Çewligê jî cih girtiye. Di vê fermannameyê de destûr ji bo nêçîra 2020-2021an hatiye dayîn û qadên nêçîrê tê de hatiye diyarkirin.
Li Dersimê jî îhaleya nêçîra pezkoviyên hatibû dayîn û li ser nerazîbûn û bertekan biryara îhaleyê hatibû betalkirin.(AY/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.