Li Kanîreşa Çewlîgê di saet 07.42an de bi pileya 4an erd hejiya.
Li gorî zanyariya ku li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn (AFAD) hatiye belav kirin, navenda erdhejê navçeya Kanîreşê ye, pileya erdhejê 4 bûye.
Her weha li gorî AFADê erdhej 11 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
(AS/AY)