Li Çewlîgê bi pileya 4.2an erd hejiyaye
Resetxaneya Kandilliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê eşkere kiriye ku saet di 22.32an de li Kanîreşa Çewlîgê bi pileya 4.2ê erd hejiyaye.

Fotograf: AA
Li Kanîreş, navçeya Çewlîgê di saet 22.32an de bi pileya 4.2ê erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 22.32 xulekan de bi pileya 4.1ê li Kanîreşa navçeya Çewlîgê pêk hatiye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,2ê pîvaye.
AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û Enstîtûyê jî gotiye 4,8 kîlometre di bin erdê de bûye.
Her weha di erdhejê de ziyana can û malî çênebûye.(AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.