Li Çewlîgê bi pileya 4,1ê erd hejiya
Li Kanîreş, navçeya Çewlîgê bi pileya 4,1ê erd hejîya.

Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku di saet 21.15an de bi pileya 4.1an li Kanîreşa Çewlîgê erd hejiya ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 7,1 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Walîtiya Çewlîgê li ser hesabê medyaya civakî diyar kiriye ku li gor daneyên destpêkê li herêmê tu ziyanên canî û malî çênebûne.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.