Li Cerablûsê du leşker hatine kuştin
Du leşkerên ku ji bo operasyona ''Mertalê Feratê'' çûbûn Cerablûsê, li wê derê hatine kuştin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
TSK(Hêzên Çekdarên Tirkan) li Cerablûsê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê operasyona ''Mertalê Feratê'' pêk tîne, di wê operasyonê de du leşkerên TSKyê hatine kuştin.
Li operasyona di navbera navenda Cerablûsê û El Raiyê de du leşker birîndar bûne. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dîlokê hatine dermankirin lê ew mirine.
TSKyê ji bo Cerablûsê ji DAIŞê bistîne di 24ê Tebaxê de dest bi operasyonekê kiribû. (NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.