Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê çar roj in ku di navbera PKKyîyan û leşkeran de şer heye. Serê sibeyê di şerî de du leşker hatine kuştin.
Leşker li herêmên [bi navên Tikî] Dagbaşi, Çaglayan, Kale û girê Seni operasyonan bi rê ve dibin, vê sibeyê endamên PKKyê û leşker rasta hev hatin û şer kirin, di şerî de du leşker hatine kuştin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) îro rêûrisma leşkerên hatîn kuştin dê li Colemêrgê bê kirin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) şeva dî da zanîn ku şerê di navbera HPG û leşkeran de sê roj in ku didome.(AS/MB)
*Wêne: Colemêrg/Ajansa Anadolûyê