Li Çankiriyê ji ber şewata daristanê 4 gund hatin valakirin
Li navçeya Ilgazê di qada daristanê şewat derket û ji ber bayê şewat belav bûye. Xebatên vemirandina şewatê didomin. Her weha çar gund hatin valakirin.

Xebatên vemirandina şewata daristanê ya ku di saetên êvara 19ê Tebaxê de li navçeya Ilgaza Çankiriyê derketibû, didomin. Şewata ku li qada daristanê ya gundê Yukarimeydanê dest pê kir ji ber bandora bayê li qadeke berfireh belav bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, li ser agahdarkirinê ji şaredariyên Kastamonu, Çankiri, Kurşunlu, Ilgaz û Atkaracalar tîmên agirkujiyê û kamyonên avê yên girêdayî Rêvebiriya Kargêrîyê ya Daristanan çûn in herêma şewatê.
Ji hewa ve bi helîkopterê mudaxele li şewatê kirine û gundên Yukarimeydan, Aşagimeydan, Aşagidere û Yukaridere di çarçoveya tevdîran de hatin valakirin.
Sedema derketina şewatê hê ne diyar e. Tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin. (NK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.