Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê ji ber lehiyan ziyanên canî û malî zêde dibin. Li herêma navborî 3 hefye ne bê navber baran dibare.
Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand ku bandora lehiyê li 2 milyonî zêdetir kesî bûye û 600 hezar kes jî koçber bûne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parastina Sivîl ya eyaletê ve hat dayîn de hatiye diyarkirin ku hejmara kesên mirine 169 e û hejmara kesên winda bûne jî 56 e.
Li 469 bajarokan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li 469 bajarokên ku ji lehiyê bandoreke neyînî lê kiriye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li gorî daxuyaniyê heta niha 42 rêyên wesayîtan, pire û kolan di bin avê de ne û ji bo vegere rewşa asayî wê demek bidome.
(AS/AY)