Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Albert Einsteinî gotiye, “Heke mêşhingiv nebûna wê çi biba? Heke mêşhingiv ji ser ruyê erdê winda bibin wê çaxê dê çar sal emrê mirovan bimîne.”
Nûçeyên ku ji Brezilyayê tên ragihandin careke din nîqaşa li ser dermanên kimyewî yên ji bo çandiniyê tên bikaranîn aniye rojevê.
Ji ber ku di nava van dermanan de madeyên kimyewî yên weke neonicotinoid û fipronil heye Yekîtiya Ewropayê (YE) di meha Nîsanê de ev derman qedexe kiribû.
Lê Brezilyayê ev biryar nepejirandibû ku çandinî di ekonomiya wê de cihekî sereke digire. Jîngehparêzan bertek nîşanî vê biryarê dabû.
Piştî yasaya ku navê paketa jehrê lê hatiye kirin ketiye meriyetê li Brezilyayê bikaranîna van dermanan zêde bûye.
Greenpeacê aşkere kiriye ku di sê salên dawiyê de li Brezilyayê destûra bikaranîna 193 dermanên kimyewî yên hatiye dayîn. Ev derman li YEyê qedexekirî ne.
Mêşhingiv bi komî dimirin
Li gorî nûçeya BBC tirkiyê li DYAyê her ji deh koloniyên mêşhingivan çar kolonî dimirin.
Li Rûsyayê par li 20 herêman mêşhingiv bi komî mirine.
Li Afrîkaya Başûr par di Çiriya Paşiyê de herî hindik nîv milyon mêşhingiv mirine.
Li Kanada, Meksîka, Arjantîn û Tirkiyeyê jî di 18 mehên dawî de mêşhingiv mirine. (BA/SO/PT/FD)