Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo piştgiriya azadiya şîrdayîna pitikan a jinan li qada civakî li paytexta Îngiltere Londonê memikeke nepoxî danîn ser avahiyekê.
Ajansa reklamê Mother London ku memik li herêma Shoreditchê danî ser avahiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev projeya me ya roja dayikan e; projeyek ji bo wî mafî ku her jin derbarê hilbijartinên xwe yên dayiktiyê de ku bêyî xwe sûcdar bibîne û şerm bike, li cî û bi awayê ku dixwaze zarokên xwe şîr bide.”
Facebookê asteng kiribû
Şîrdayina pitikan a jinan li qada civakî bi taybet çend salên dawî li gelek welatan bibû mijara nîqaşê.
Di sala 2014ê de Facebookê bi hinceta ‘pornografî û tazîbûnê’ fotografên jinên şîr didan pitikên xwe rakiribû, paşê jî kampanyeya #FreeTheNipple (Serê memikên xwe azad bike) destpê kiribû. Li ser vê kampanyayê, Facebookê daxuyaniyek dabû û gotibû ku li şûna ew fotografên tên gilîkirin rakin, wê li armanca parvekirinê binêrin û wiha biryarê bidin.
Li ser nîqaşan hikûmeta Îngiltereyê di sala 2015an de ji bo jin karibin li qada civakî bi awayekî hêsan şîr bidin zarokên xwe kampanyeyeke netewî dabû destpêkirin. (ÇT/FD)