Li Bidlîsê gundî gamêşên xwe di germavê da dişon
Li Budakliya gundê Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber sermaya zivistanê gamêş di tewleyan da tên xwedîkirin. Xwediyên gamêşan, wan di germavê da dişon.

Li Budakliya gundê Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber sermaya zivistanê gamêş di tewleyan da tên xwedîkirin. Xwediyên gamêşan, wan di germavê da dişon.
Li gundê Budakliyê ya ku 7 kîlomêtro dûrî navçeyê ye gundî gamêşan tînin germavê û di wê ava germ a ku germahiya wê digîhîje 40 pileyan da gamêşên xwe dişon.
Li gor gundiyan heke gamêş bên şûştin rehet dibin û şîrê wan jî zêde dibe.
Kesên wêneyan dikşînin jî diçin gundî û wêneyên gamêşan digirin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun |AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.