Li ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê desteserkirina Şaredar Ahmet Ozer hat protestokirin.
Girseya ku li ber şaredariyê kom bûn dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Maf, hiqûq, edalet" berz kirin.
Şaredarê Esenyûrtê yê CHPê hat desteserkirin
30 Cotmeh 2024
Şandeya CHPê jî li pêş şaredariyê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Cîgirên Serokê Giştî yê CHPê Gokan Zeybek û Ozgur Karabat di daxuyaniyê de axivîn û nerazîbûn nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer dan û xwestin şaredar Ozer demildest bê berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.