Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Enqereyê komeke ku xwestine çelengeke reş ku li ser nîvîsa “Em zarokên xwe ji HDPê dixwazin” nivîsandî li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daynin.
Piştî ku HDPyiyan destûr nedaye ew koma çelenge dayne polîs hatine cihê bûyerê.
Meral Daniş Beştaş, Cîgira Serokê Koma HDPê derbarê bûyera li pêş avahiya navenda giştî ya partiya xwe de vîdeoyekî parve kiriye.
Beştaşê diyar kiriye ku Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDPê di dema bûyerê de gef lê hatiye xwarin û weha gotiye: “Ew kesê ku ji parlamentera me re gotiye, "Bêdeg be, ez dê te bizmar bikim…" kî ye? Kê ev kes tayîn kiriye û şandiye ber navenda me?”
Milletvekilimize “kes sesini, çivilerim seni valla…” diyen zat kimdir?
— Meral Danış Beştaş (@meraldanis) May 5, 2022
Bu zatı görevlendiren ve genel merkezimizin önüne gönderen kimdir? pic.twitter.com/NYaNIh3jhS
Acar Başaranê têkildarî bûyerê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye:“serkêşê vê provokasyonê Wezîrê Navxweyî û desthilatdariya AKP-MHPê ye. Bûyera îro li vir qewimî, vê rastiyê bi vekirî nîşanî me hemûyan da. Ji ber ku kesên îro anîbûn vê derê ne tenê kesên ji bo çalakiyê bûn. Yên ku çalakî kirin, Emniyeta Enqereyê û Wezîrê Karên Hundir bû.” (RT/AY)