Li Belçîkayê di saetên şev de polîsan bi ser avahiyên Sterk TV û Medya Haberê de girtin.
Polîsên Belçîkayê avahî dorpêçkirin û destûr nedan xebatkarên televîzyonê bikevin hundir.
Dest danîn ser melzemeyên teknik
Polîsan li nava avahiyê bi qasî 4 saetan lêgerîn pêkanîn û dest danîn ser kompîteran. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîs ji bo ku weşana televîzyonan asteng bike kabloyên weşanê û elektrîkê birîn.
Polîsan deriyê odaya Uplinkê şikandine û zirar dane ekipmanên teknîkî yên li nava odeyê. Her weha polîsan tûndkarî li xebatkarên ku ji bo ewlekariya avahiyê li wir bûne, kirine.
(RT/AY)