Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûnerên RENê li Mînska paytexta Belarûsê daxuyanî dane û gotine, “Em li Belarûsê bûne şahid ku polîs li dijî xwepêşandêrên aştîxwaz tûndkariyekî hovane pêktînin.”
Piştî Aleksandr Lûkaşenko di hilbijartinê serokatiya Belarûsê de bi ser ketiye, xwepêşandêr bi mebesta ku di hilbijartinan de fêl hatiye kirin, daketine kolanan.
Marie Struthers, Dîrektora Herêmî ya Ewropaya Rojhilat û Asyaya Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî(REN) destnîşan kiriye ku tundkariya polîsan a piştî hilbijartinên li Belarûsê ku tê de her cure muxalefeta aştîyane hatiye tepeserkirin, êdî li welat bûye teybetmendiyeke asayî ya siyasetê.
Em bûn şahidên tûndkariyê
Strûthersê weha gotiye:
“Nûnerên RENê duh êvarê li Belarûsê bûne şahidên tundkariya hovane a polîsan a ku li dijî xwepêşandêrên aştîxwaz. Li dijî girseya aştîxwaz bombeyên deng bikaranîne. Bikaranîna hêza bê serûber û desteserkirina bikêfî di nav vê tundkarîyê de ye.”
Seroka opozîsyonê welat bi cîh hîştiye
Li gorî nûçeya Guardianê Svetlana Tîkhanovskaya, Seroka Opozîsyonê welat bi welatê xwe Belarûs bi cîh hîştiye. Linas Linkevicius, Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandiye, ku Tîkhanovskayayê li welatê wan e û rewşa wê baş e.
Xwepêşanderêk miriye, YEyê bertek nîşandaye
Xwepêşandanên ku li piştî hilbijartinên serokatiyê li Belarûsê du roje didome. Li xwepêşandanan de herî kêm kesek miriye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Ursula von der Leyen, Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê(YE) êrişa polîsan a ser xwepêşanderan rexne kiriye û gotiye, “Li Ewropayê cîhê tûndkariya ku li dijî xwepêşandanên aştîxwaz tên kirin, nîne. Divê neçarin rêz li mafên bingehîn bigirin.”(AÖ/AS/AY)