Fotograf:AA
Li Kastamonû, Bartin û Sînopê hejmara miriyên ji ber lehiyê mirine, her diçe zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan, hejmara miriyan li Behra Reş gihîştiye 77an.
AFADê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku heta niha li Kastamonûyê 62, li Sînopê 14 û li Bartinê kesek miriye. Dermankirina 8 kesan li nexweşxaneyan dewam dike.
AFADê gotiye ku piştî lehiyê ji navçeya Ûlûsê ya Bartinê 341, ji Kastamonûyê hezar û 480 û ji navçeya Ayvancikê ya Sînopê jî 560 kes ji malên wan ên wêranbûyî hatine derxistin. (FD)