Li Behra Marmarayê erd hejiyaye
Li Behra Marmarayê erd hejiyaye. Erdhej bandora xwe li Stenbolê jî kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Behra Marmarayê erd hejiyaye. Li gorî Navenda Lêkolîna Erdhejan a Rasatxaneya Kandilliyê bi lerza 4,7ê erd hejiya ye.
Saet di 11.00ê de 9,8 km di bin erdê de erd hejiya ye û li gelek deverên Stenbolê jî hatiye hîskirin.
Her weha saet di 10 û nîvê di li peravên Silivriyê bi lerza 3.1ê erd hejiya ye.
AFADê ragihandiye ku erdhej di saet 11.00an da çêbûye û navenda erdhejê Behra Marmarayê li peravên Silîvriyê ye.
Hatiye diyarkirin ku mezinahiya lerza erdhejê 4.6e û li Stenbol û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.