Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li peravên behra Egeyê, nêzîkî Karabûrûnê, navçeya Îzmîrê çar caran erd hejiyaye ku ya herî mezin bi pîleya 5,2yê bûye. Li gorî daxuyaniya Resetxaneya Kandîlliyê, cara pêşiyê saet di 08:47an de bi pîleya 5,2yê erd hejiyaye. Paşê jî saet di 08:46an de bi pîleya 4,9ê, saet di 09:00ê de bi pîleya 4,6ê û saet di 09:34an de jî bi pîleya 4an erd hejiyaye.
Li gorî amarên ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) belav kiriye pîleya erdhejan li gorî rêzê 5,2-4,8-4,7 û 4,2 bûye.
Bandora erdhejê li navçeyên derdorê jî bûye.
Selîm Koşger, Waliyê Îzmîrê gotiye ku heta niha derbarê ziyana canî û madî de kesî serî li wan ne daye û lêgerîn û kontrolên wan li navçeyê dewam dikin.
Tûnç Soyer, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê jî gotiye ku “Ti tiştekî neyênî pêk nehatiye. Derbas bûyî be.” (AO/FD)