Li bajarê Bedlîsê ji ber barîna berfa zêde rêya 77 gundan hat girtin.
Li gelek bajarên herêmê berf dibare ku Bedlîs jî yek ji wan bajarane ku barîna berfê şevê din jî berdewam kir.
Ji ber berfa zêde rêyên 77 gundan hatin girtin û welatî rûbirûyê zihmetiyan dibe.
Li gorî nûçeya Rûdawê Birêvebirê Saziya Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan diyar kir ku rêyên 77 gundan hatine girtin û tîman dest bi paqijkirina rêyan kiriye.
Li navenda bajêr jî berfeke zêde hatiye û tîm berfa li ser rê û kolanan paqij dikin.