Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin
Walîtiya Bedlîsê li 6 gund û 11 gundikên bi ser navçeya Hîzanê ve biryara qedexeya derketina derve ragihandiye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê aşkere kiriye ku 2yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 2018ê ji saet 23.00ê û pê de li şeş gund û 11 gundikên navçeya Hîzanê derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiyê diyar nekiriye ku wê kengî biryara qedexeyê bi dawî bibe.
Gund û gundikên ku qedexe lê hatine ragihandin ev in:
Gund: Ekinli, Yolbilen, Sarıtaş, Erencik, Yaylacık, Çalışkanlar
Gundik: Deliktaş, Bilgili, Sarıbal, Yeniçay, Gedik, Akyazı, Özenli, Uzerban, Otluk, Tatrik, Harmandöven (TP/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.