Li Bedlîs û navçeyên wê 308 herêm ji bo salekê weke "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" hatine qedexekirin.
Li Bedlîsê 308 herêm hatine qedexekirin
Li Bedlîs û navçeyên wê 308 herêm ji bo salekê weke "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" hatine ragihandin.

Fotograf: MA
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Bedlîsê têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku li navenda Bedlîsê û navçeyên wê Tetwan, Motkî û Xîzanê 308 herêm weke "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" hatine îlankirin.
Walîtiyê daye zanîn ku wan ev biryar bi biryara Serokkomar girtine û dê herêm ji 1ê Çileyê heta 31ê Kanûna 2022an qedexe bin.
Bixwîne- Li Colemêrgê 11 herêm hatine qedexekirin
Her wiha hatiye diyarkirin ku operasyona leşkerî ya beriya biryarê li bajar dest pê kiriye hê jî berdewam dike.
Her weha li Dersîmê û Colemêrgê jî hin herêm hatibû qedexekirinAY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.