Fotograf: AA (Arşîv)
Li Bazidê, navçeya Agiriyê leşkerê k udi dema operasyona leşkerî de birîndar bûbû, miriye.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku leşkerê di dema “Operasyona Yildirim-3yê” de birîndar bûbû, miriye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezaretê di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku di şerî de 2 leşker birîndar bûbûn û 3 PKKyî hatibûn kuştin.
Leşkerê bi navê Huseyin Yirticiyê 24 salî piştî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bazidê, miriye.
Daxuyaniya Wezaretê wiya ye:
"Personelên me yên birîndar bi helîkoptêrê ji herêmê hatin hildan û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazidê, navçeya Agiriyê. Lê digel hemû mudaxaleyên li vê derê personelekî me yê cendirme baş nebû û can da. Xwedê rehma xwe li çawişê me yê pispor bike û serê malbata wî sax be, personelê me yê birîndar jî demildest şîfayê bibîne û rabe ser xwe. Serê miletê me sax be." (AY/FD)