Li Balafirxaneya Stenbolê karkerek miriye
Li Balafirxaneya Stenbolê li kargehekê wesayît bi ser karkeran de qelibî ye, di encamê de karkere miriye, yek bi giranî birîndar bûye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Balafirxaneya Stenbolê l kargeha kontrolkirin û temîrkirina wesayîtan a şîrketa xizmetguzariyê, TGSyê, bi ser karkeran de qelibî ye. TGS hevkarê Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkan (THY) e.
Li gorî nûçeya ku AirportHaberê weşandiye, di encama bûyerê de karkerek miriye, yek jî bi giranî birîndar bûye. Karkerê birîndar birine nexweşxaneyê.
Navê karkerê ku miriye Erkan Sengul bûye û hatiye diyarkirin ku du meh berê dest bi karî kiriye. Karkerê birîndar jî Mumîn Ozgul bûye.
Hatiye îdiakirin ku cihê ambulansê du deqîqeyan dûr bû ye lê ambulans piştî 25 deqîqeyan gihîştiye cihê bûyerê.
Her weha hatiye diyarkirin ku dozger dereng çûye cihê bûyerê û cenazeyê Sengulî demeke dirêj li erdê maye. (RT/FD)
*Fotograf: Twitter
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.