Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW), derbarê "Gefa midaxelekirina leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser hin herêmên li bakurê Sûriyeyê, yên hêzên rêveberiya kurdan di destê xwe de digirin" de daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniyê de hin pirs û bersiv hene ku ew daxuyanî bi sernavê "Li Bakurê Sûriyeyê metirsî li ser jiyana sivîlan heye" duh (17ê Tebaxê) hatiye belavkirin. Di daxuyaniyê de HRWyê bal kişandiye ser metirsiya derketina DAIŞê û gotiye, "Beşek ji metirsiyên girîng jî ew in ku êrîşên dijhiqûqî pêk bên, rewşa mirovî xirab bibe û DAIŞ ji nû ve derkeve holê."
HRWyê diyar kiriye ku "Divê hemû aliyên şerê li bakurê Sûriyeyê, di dema operasyonên leşkerî yên dewam dikin û yên wê pêk bên de, bikin ku hindik ziyan li sivîlan bibe."
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan bala aliyên şer kişandiye ser berpirsiyariyên hiqûqa şer, metirsiyên ji bo penaberan û kesên ji cih û warên xwe hatine koçkirin, her weha bandora wê ya wê li sûriyeyî û biyaniyên bi îdiaya ku têkiliya wan bi DAIŞê re hene.
HRWyê behsa ihtimala operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ya dixwaze li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne kiriye û gotiye: "Midaxeleya ku Tirkiye plan dike wê bibe midaxeleya leşkerî ya çarê ku ji 2016ê û vir ve li bakurê Sûriyeyê dike. Di dema midaxeleyên leşkerî yên beriya niha de mafên mirovan hatibûn binpêkirin."
Çi bûbû?
HRWyê di daxuyaniya xwe de behsa operasyona ku Tirkiye dixwaze li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne û daxuyaniyên Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî jî kiriye û ev zanyarî weşandine:
"Ji meha Gulanê û vir ve Serokomarê Tirkeyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefê dixwe û dibêje ew ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê du cihan -Tel Rifat û Minbiç - ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) paqij bikin.
"YPG û YPJ mezintirîn hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in ku rêveberiya wê kurd e, DYA piştgiriya wan dike û beşeke mezin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di destê wan de ye."
"Erdoganî gotiye ku ew dixwazin 'herêma ewle' ya li ser sînorê başûr berfireh bikin ku ev der di bin kontrola Tirkiyeyê de ye.
"Digel ku DYa, Rûsya û Îranê bi rengekî vekirî ew hişyar kir jî wî vê niyeta xwe herî dawî di 8ê Tebaxê de dubare kir.
"Tirkiye bi SIHAyan êrîşan dike"
"Li gorî raporên Navenda Enformasyonê ya Rojava (Rojava Information Center) ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê saziyeke medyayê û ya lêkolînê ya ya xwebexş e, êrîşên Tirkiyeyê yên bi balafirên bêmirov û bombebaranên ku hêzên sûriyeyî yên Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî bajar û bajarokên di bin kontrola kurdên bakur û rojhilatê sûriyeyê de pêk tên, di mehên dawiyê de zêde bûne û dibin sedema mirin û birîndarbûna sivîlan ku zarok jî di nava wan de ne.
"Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 11ê Tebaxê de daxuyaniyek weşand û got ku wan di 8ê Tebaxê de sê operasyonên cida pêk aniye û di encamê de leşkerîn tirkan kuştine." (SD/FD)