Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 121 kesên din peyda bûye. 2 kes jî mirine. Her weha 12 nexweş baş bûne.
Kesên bi nexweşiyê ketine 20 li Hesekê, 21 li Qamişlo, 6 li Amûdê, 45 li Reqa, 8 li Kobanî, 15 li Minbicê û 8 jî li Tebqayê ne.
Di 24 saetên derbasbûyî de 2 kes bi Coronayê mirine ku 2 zilamin û li bajarê Hesekê hatine tomarkirin. Herwiha 12 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.
Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li gorî daneyan heta niha hezar û 618 kes nexweş ketine û 64 kes jî bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 429 ye. (AY/FD)
*Çavkanî: Rûdaw