Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojekê de 53 kes bi Covid-19ê ketine û kesek jî pê miriye
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye ku di 24 saetên dawî de 53 kes bi Covid-19ê ketine û kesek jî pê miriye.

Fotograf: Rûdaw / Arşîv
Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî zanyariyên ku Mistefayî eşkere kirine li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 53 kesên din peyda bûye. Kesek jî miriye.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kiriye, di 24 saetên dawî de 5 nexweş baş bûne û bi vî awayî hejmara nexweşên heta niha baş bûne gîhaştiye 80 kesan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 478 kes bi Covîd-19ê ketine û 28 kes jî pê mirine. (AY/FD)
*Çavkanî: Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.