Li bajarê Wanê di 10 rojan de 677 koçber hatine desteserkirin
Li Wanê, di deh rojên destpêkê yên sala 2024an de 677 koçber û 24 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Walîtiya Wanê aşkere kir ku di encama operasyona hêzên ewlehiyê de di navbera 1-10ê Kanûna Paşiya 2024an de 677 koçber hatin desteserkirin.
Walîtiyê diyar kir ku operasyonên li dijî koçberan berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê bi tohmeta ku “qaçaxçitiya koçberan kirine” 24 kes hatine desteserkirin û 11 ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
Hêzên ewlehiyê 677 koçber radestî Navenda Dersînorkirinê ya Îdareya Koçê ya Wanê kirin.
Herwiha hêzên ewlehiyê bi tohmeta ku di veguhastina koçberan de hatine bikaranîn dest daniye ser 9 otomobîlan.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.