IRAN
Li bajarê Merîwanê polîsan du zarokên Kurd kuştine
Li bajarê Merîvanê ku li Iranê ye zarokên bi navê Hadî û Metîn Reşîdîmenîş ku temenê wan 9 û 13 bûye ji aliye polîsên wî welatî ve bi çekan hatine qetilkirin.

Hatiye ragihandin ku duh Yekşemê danê êvarê polîsên Îranê li ser rêya Loristan-Xuremawaya Iranê gule li otomobîleke ku sivîl tê de bûne reşandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di wesayîta ku polîsên Îranê gule lê reşandine de Rehman Reşîdîmenîş ê ji gundê Qulquley a Merîwanê, hevjîn û du zarokên wî hebûne.
Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de her du zarok hatine qetilkirin û dayik û bavê zarokan jî hatin desteserkirin.
Heta niha sedema bûyerê nehatiye zanîn û rayedarên wî welatî têkildarî bûyerê heta niha tu daxûyaniyek nedaye.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.