Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Kolana Flinders a bajarê Melbourne ya Avusturalyayê kesekî wesayita xwe ajot ser peyayan. Yek jê pitik 14 kes birîndar bûn. 2 kes li ciyê bûyerê hatin dermankirin û ajokar û kesekî din hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku ajokar ji Afganîstanê ye û hatiye zanîn ku tiryakvexwir e. Lê nehatiye zanîn ku bê têkiliyên wî bi rêxistinekê re heye yan na.
Şahidên bûyerê diyarkirin ku cîpeke sipî ketiye nava peyayan lê pê li frênê nekiriye.
Bûyer li gorî saeta Avustralyayê saet di 16.30ê de pêk hatiye û hêzên ewlehiyê bangewaziya dûrketinê li kesên derdorê kirine.
Piştî çend saetan teqînek li bajêr pêk hat
Piştî vê bûyerê bi çend saetan hat diyarkirin ku li bajarê Melbourne li Navenda Kirîn û Firotinê Babysideyê teqînek pêk hatiye. Şahidên bûyerê îdia kirin ku li navendê ji yekê zêdetir teqîn pêk hatine.
Hat diyarkirin ku rewşa herêmê aram e û piştî ku wesayit ketiye nava peyayan teqîn çêbûye û ev jî biguman e.
Medyaya Avustralyayê ragihand ku teqîn ji ber şûşeyên gazê pêk hatiye û têkiliya wê û bûyera wesayitê ji hev nîne.
Piştî dengê teqînê navenda kirîn û firotinê hat valakirin û polîs çûn wê derê. (PT/FD)
Çavkanî: Twitter, BBC, NBC