Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê, bi fermana Walîtiya Antalyayê li qadên ji civakê re vekirî, vexwarina alkolê hat qedexekirin.
Cezayê wê 100 TL ye
Li gorî xala 32yemîn a Yaseya Qebhetan weke tevgera li dijî fermana derbas dibe. Li gorî vê xalê ji ber derketina li hemberî fermana hatiye dayin saziyên erkdar, bi sedema karên edlî û ewlekariya civakî, bi armanca parastina tenduristiya giştî û pergala civakî 100 lîre cezayê pare yê îdarî dide.
Li Afyonê qedexe hatibû rakirin
Walîtiya Afyonkarahisarê di sala 2012an de li ciyên ji civakê re vekirî firotin û vexwarina alkolê bêdem qedexe kiribû.
10emîn Daîreya Şûraya Dewletê biryara Walîtiya Afyonê di sala 2015an de betal kiribû.
Piştî Walîtiya Afyonê Walîtiya Ispartayê jî li tevahiya bajêr, “li derve” vexwarina alkolê qedexe kiribû. (NV/FD)