Li Antalyayê ji ber Newrozê 10 kes hatine desteserkirin
Li Antalyayê îro di serdegirtina malan de 10 kes hatine desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê ve hatiye destpêkirin de 10 kes bi serdegirtina malan hatine desteserkirin.
Li bendê ne ku piştî îfadeyên li emniyetê kesên desteserkirî bişîne Edliyeya Antalyayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 10 kes ji ber ku tevlî Newroza ku di 19ê Adarê de li bajêr hatiye pîrozkirin bûne û dirûşm berzkirine hatine desteserkirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.