Fotograf: Rûdaw
Li Gazipaşa, navçeya Antalyayê duh di saet 21:30ê şevê de hinek kesan bi keviran êrîşî otobusa serbi şîrketa Ozlem Diyarbakirê kirine. Otobus ji Antalyayê diçû Amedê.
Di êrîşa li ser otobusa Amedê de 2 camên otobusê şikestine û du rêwiyên jin jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û cendirmeyan ji bo cihê bûyerê hatine şandin. Tîmên tendirustiyê herdu birîndarên jin di nav ambulansê de derman kirine.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Saziyên fermî heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane.(AY)
Çavkanî: Rûdaw