Li bajarê Antalyayê di encama bi ser de girtina malan de gelek kes hatine desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê bi rê ve dibe de di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bi îdiaya ku “Kesên ji ber endamên rêxistinên çepin tên ragirtin re fînanse kirine” derbarê 21 kesan de biryara desteserkirinê heye.
Nehatiye zanîn ku di serdegirtinên malan ên ji aliyê leşkeran ve hatine kirin de çend kes hatine desteserkirin.
Piştî lêgerînan kesên hatin desteserkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Antalyayê.(AY)