Li navçeya Peyasa Amedê Zarokistan hate vekirin ku dê gelek atolyeyên cuda yên pirzimanî lê bên lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.
Hevşaredar Sîncar aniye ziman ku ew saziyên ji aliyê qeyûman ve hatine girtin ew ê dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”
Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê geriyan.
Her weha li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de ne atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojiyê bên lidarxistin.
Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Qebareya Zarokistanê ji bo 40 kesan ne, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.