Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
9ê Çiriya Pêşiyê di encama fermana Serdozgeriya Komarî ya Amedê de, polîsan bi ser malên rojnameger û siyasetmedaran de girtibûn. Di encamê de 121 kes hatibûn desteserkirin. 23 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, hatibûn berdan. Duh (11ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê) jî 25 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, derxistibûn ber dozgeriyê.
Dozgeriyê Pinar Tekîn serbest berdabû, lê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” daxwaza girtina rojnameger Kibriye Evren û siyasetmedar Behçet Îne, Celal Yoldaş, Eda Bazancîr, Hulya Bîçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elîf Harra, Nevriye Çûl, Kûmrû Tokay, Rifat Ronî û Mehmet Temîzyuzî kiriye.
Dadgehê jî ev daxwaz di cî de dî û biryara girtina van navan daye. Her weha biryara berdana Abbas Çelîk, Emrûllah Kaplan, Derya Aslan, Dîdar Çeşme, Dilnaz Ekmekçî, Seher Tumer, Pinar Sakik Tekîn, Selma Metîn, Eylem Ceylan, Turkî Gultekîn, Kadriye Ozcanli û Mehmet Ayî daye.
Çavlirêye ku rojnameger û siyasetmedarên din ên desteserkirî îro bişînin dadgehê. (EMK/FD)
* Me ev nûçe ji nûçeya Mezopotamya Ajansı berhev kir.