Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li derdora gundê Agaçkorurê ya navçeya Pasûra Amedê di dema derbasbûna wesayita karkerên daristanan de teqemeniyek teqiya ye. Li gorî zanyariyan heft kes mirine. Heft jê giran 13 kes jî birîndar bûne.
Hejmara miriyan zêde bûye
Birîndar rakirine bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê.
Walîtiya Amedê derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye:
“Li çoltara navçeya me ya Qulpê saet li derdora 18.00ê de di dema derbasbûna welatiyên me yên gundî yên çûne daran kom bikin, rastî êrîşa endamên rêxistina terorê ya cidaxwaz hatine ku bi teqemeniya li ser destan kirine, li gorî zanyariyên destpêkê 4 welatiyên me yên gundî birîndar bûne, 13 welatiyên me yên gundî jî birîndar bûne.”
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî di derengê şevê de aşkere kiriye ku hejmara miriyan zêde bûye û bûye 7. (EMK/FD)