Li Amedê polîsek hat kuştin
Li Navçeya Pîranê ya Amedê, PKKyê êrîşî tirimbêla polîsan kir, polîsek kuşt. Polîsek û şeş welatî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Navçeya Pîranê tirimbêleka bombekirî, di dema tirimbêla polîsan derbas bûyî de hatiye teqandin.
Piştî teqînê du polîs û şeş welatî birîndar bûne. Mustafa Yildirimê 25 salî ku yek ji polîsên birîndar bû, li nexweşxaneyê miriye.
Bi teqînê zerer li rê, mal û kargehên derdorê bûye.
Yek ji temîrkarên tirimbêlan ku kargeha wî 500 metreyan ji cihê bûyerê dûr e ji Ajansa Nûçeyan a Doganê re gotiye: ‘’ Di dema teqînê de dengek gelek mezin hat. hemî camên me şikestin. dema em derketin me dûkêleka reş dît. Tirimbêla parçebûyî li erdê bû.’’ (AS/MB)
Wêne: Gani Cihan Eser / AA / Amed
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.