Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê rapora xwe ya salekê aşkere kiriye.
Endamên tevnê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Li gorî nuçeya JinNewsê, hûnerên saziyên ku endamên tevnê ne beşdarî civînê bûne. Parêzer Cansel Talay daxuyaniya çapemeniyê, parêzer Songul Argunagayê jî rapor xwendiye.
“Di salekê de 11 jin hatine qetilkirin”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Bi qasî zanyariyên ku ji çapemeniyê hatine berhevkirin û yên saziyên pêkhate aşkere kirine, li Amedê di salekê de mêran Sureyya buyuk, Gulistan Şaylemez, Havva Yilmaz, Bedîa Akdogan, Semanûr Kaplan, Şîrvan Donmez, Sevgîl Fîdan, Emîne Karakaş, Ayşe Tayûrak, Asli Demîr û Gurbet Fîda ango 11 jin qetil kirine. 36 penaberên jin ji ber ku tundkarî li wan bûye, serî li saziyan dane.
“Saziyên pêkhate diyar kirine ku ji 70 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê, 47 girtî bi nexweşiyên giran ketine.
Tundkariyên cida cida li jinan bûne
Beşek ji raporê wiha ye:
Di navbera 26ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an û 15ê Çiriya Paşiyê ya 2021an li Amedê,
- Mêran 11 jin kuştine, 4 jin birîndar kirine.
- Li gorî daneyên Baroya Amedê, mêran 161 jin kuştine, birîndar kirine, êrîşa zayendî-tacîza zayendî li wan kirine, heqaret li wan kirine, gef li wan xwarine, her weha weke mexdûr kar û barên qanûnî ji bo wan hatine kirin. Lê hejmara jin û LGBTI+yên ku mêran ev tişt anîne serê wan, zêdetir e. Ev daneyên ku hatine diyarkirin, tenê yên Baroya Amedê berhev kirine.
- Li gorî heman daneyan, li Amedê 6 jinan xwestiye ku xwe bikujin.
- 909 jinan ji bo veqetandina ji hevjînên xwe serî li beşa alîkariya qanûnî ya Baroya Amedê dane û xwestine ku parêzerekî/e belaş ji bo wan peyda bikin.
- 402 jinan ji bo doza nefeqeyê vekin, serî li heman beşa Baroya Amedê dane û xwestine ku parêzerekî/e belaş ji bo wan peyda bikin.
- Tundkariyên cida cida li 965 jinan bûye ku serî li beşa alîkariya qanûnî ya Baroya Amedê dane (840 tundkariya psîkolojîk, 347 tundkariya zayendî, 888 tundkariya ekonomîk, 404 tundkariya civakî, 952 tundkariya laşî, 965 tundkariya devkî). 441 jinan negotiye bê ka çi cûre tundkarî li wan bûne.
- 36 penaberên jin, ji ber tundkarî li wan bûye serî li saziyan dane (9 tundkariya psîkolojîk, 3 tundkariya zayendî, 4 tundkariya ekonomîk, 7 tundkariya civakî, 4 tundkariya laşî, 9 tundkariya devkî).
- 21 LGBTI+ ji ber tundkarî li wan bûye serî li saziyan dane (6 tundkariya psîkolojîk, 1 tundkariya zayendî, 4 tundkariya civakî, 4 tundkariya laşî, 6 tundkariya devkî).
- 168 ji ber tundkarî li wan bûye, serî li komeleyên pêkhate dane. Ji girtîgeha jinan jî 46 jinan serî li tevnê dane.
- Serî li saziyên pêkhate dane û gotine ku jinek winda bûye.
- Bi rêya Navenda Pêşîlêgirtin û Çavdêriya Tundkariya li Jinan (ŞONIM) 970 jin li stargehan hatine bicihkirin.
(EMK/FD)