Li Amedê li trênê êrişa bombeyî
Li dijî trêna ku ji Êlihê ber bi Amedê ve diçû êrişeke bombeyî pêk hat. Dema êrişê de trên vala bû û hat ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li dijî trêna navbera Êlih-Amed ku ji bo ragihandina petrola xav tê bikaranîn îro êrişa bombeyî hat kirin. Dema trên diçû bombeya di nav ray de bicihkirî bû hat teqandin.
Dema êrişê de vagonên trênê vala bû tiştek bi kesî nehat.
Walîtiya Amedê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha hat gotin:
“Nêzî gundê Karpuzluyê îro di saet 13:00an de li dijî trêna ku vagonên wê vala bû, êrişa bombeyî pêk hat. Di encama êrişê de hin vagonên trênê ji ray ketine û ziyaneke bi vî rengî çêbûye.
“Di encama bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Derbarê mijarê de lêpirsîneke piralî destpê kiriye.”
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.