Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Komîsyona Mafên Ajalan û Komeleya Hêviyên Rengîn ji bo di zarok xwezayê baştir fêm bikin, çalakiya geştê ya li Baxçeyên Hewselê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji zarokên beşdarî geştê bûn dîroka Baxçeyên Hewslê hate vegotin, derheqê zirarên gilêş dide xwezayê û gihayên li herêmê agahî dan zarokan.
Di heman demê de ji bo zarokan çîrok hatin gotin û lîstik hatin lîstin.
Çalakî, bi komkirina gilêşê li derdorê bi dawî bû.