Li Amedê ji bo Rojava û Filistînê du çalakiyên cuda pêk hatin: Ya ji bo Rojava hat astengkirin

Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê, ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li Rojava û yên Îsraîlê yên li Xezeyê, li ber avahiya Edliyeya Amedê hatin ba hev û çalakî li dar xistin.
Li gorî nûçeya MAyê, beriya çalakiyê polîsan ji jinan xwestiye, peyva “Rojava” ji pankartê jê bibin.
Demeke dirêj polîs û jinan hevdîtin kir lê jinan daxwaza polîsan nepejirand.
Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Esmer Ozer axivî û bertek da hewldanên astengkirinê yên polîsan: “Em jin şer naxwazin. Me yê îro li vir civîneke çapemeniyê li dar bixista lê ji berk u di pankartê de peyva Rojava hebû, nehiştin em daxuyaniyê bidin. Her li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em şer naxwazin.”
Jinan helwesta polîsan a ji bo astengkirina civînê, bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Jinan her weha di dema çalakiyê de sloganên “Barîkatan ne li ber jinan, li ber Îsraîlê deynin”, “Jin şer naxwazin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Polîsên ku destûr nedan jin daxuyaniyê bidin, destûr dan wan kesan ku xwestin piştî nimêja înê ji bo Filistînê bimeşin. (RT/FD)