Li Amedê xwendekar jî di nav de herî kêm 13 ciwan hatin desteserkirin.
Hat îdiakirin ku wê li Amedê rêxistineke nû ya ciwanan a bi navê "YNCK" bê avakirin û wê di 29ê Çiriya Pêşiyê roja damezrandina komarê de li navçeya Sûrê çalakiyan li dar bixin. Li ser vê îdiayê xwendekar jî di nav de herî kêm 13 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtina malan a polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê de gelek kesên ku di nav de xwendekar jî hene bi sedema endamên rêxistina ku tê îdiakirin bê avakirin in hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyonê de F.A., H.U., N.K., N.G., J.K., Ş.J.P., E.E. û S.yê ku paşnavê wî nehat zanîn hatin desteserkirin.
Navê desteserkiriyên din nehat zanîn û hat diyarkirin ku di dosyayê de biryara “sînordarkirinê” heye.
Diyar bûye ku kesên hatin desteserkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê û piraniya kesên hatine desteserkirin xwendekar in.(AY)