Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Platforma Tenduristiyê ya Amedê derbarê rewşa Covid-19ê ango koronavirusê ya li Amedê de civîneke çapeminiyê li dar xistiye. Dr. Elif Tûran, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê di civînê de gotiye ku di nava civakê de metirsiya belavbûna vîrusê heye.
Hejmar zêde dibe
Tûranê diyar kiriye ku li bajêr hejmar zêde dibe û di daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê de jî ev rewş tê dîtin. Dr. Elîf Tûranê gotiye ku piştî nîvê meha Hezîranê li bajarên herêmê bûyerên koronayê gelek zêde bûne û hêjmara pêkatî û qurbaniyan jî her diçe zêde dibe.
“Test ji sedî 22 kêmtir tê çêkirin”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Tûranê diyar kiriye ku tabloya li Tirkiyeyê ya weke serkeftinê tê xuyakirin, rastiyê nîşan nade û di rojên dawî de ji sedî 22 di hejmara kirina testan de kêmbûn heye. Tûranê her weha gotiye di encama vê yekê de jî ji sedî 23 kêmbûnan pêketiyan heye û wiha pê de çûye: “Rayedar tedbîrên pêwîst nagirin û hejmarek zêde nexweş li nexweşxaneyan razandine. Dîsa gelek kes mirine. Li bajarên din jî yên herêmê rewş ji Amedê ne cudatir e û du roj berê nexweşek bi navê Şeref Yildiz ji ber li nexweşxaneyên bajarên herêmê cih nedîtiye ji ber koronayê miriye. Çend roj berê ji ber koronayê li taxek Farqînê ji 10an zêdetir kes mirine.”
“600 nexweş li nexweşxaneyan tên dermankirin”
Tûranê aniye ziman ku li nexweşxaneyên bajêr bi ser 600 nexweşî tên dermankirin û 100 heb ji wan li beşa nexweşên giran in.Tûranê diyar kir ku li gorî amarên li ber destê wan di hefteya dawî de li Amedê her roj zêdetirî 300 kesî bi vê nexweşiyê ketine û ev hejmar ji 3ya 1ê nexweşên li Tirkiyeyê ne. Tûran daye zanîn ku ji ber şewbê di rojên dawî de li Amedê hejmara pêketiyan bi awayek awarte zêde bûye û çûnehatina cejnê û gelek serdanên din metirsiyê zêde dike.
Dr. Tûranê gotiye li gor agahiyên wan bi ser 296 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û xebatkarên tenduristiyê di bin rîskek mezin de dixebitin.
Tûranê di dawiya daxuyaniyê de 21 tedbîrên divê li dijî koronayê werin girtin rêz kiriye û bang û hişyarî daye civatê ku tevdîrên xwe bigirin û xwe ji pêketina koronayê biparêzin. (FD)