Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li deh gundên Pasûr, Licê û Hênê derketina derve qedexe ye. Li cihên qedexe du caran şer derketiye. Di şeran de du leşker hatine kuştin.
Termê serbazê pispor, Zinnur Ezîmê 26 salî ji bo malbata wî ya li Osmanîyeyê hat rêkirin. Termê fermandarê Fûat Oguzcanê ku 34 salî ye ji bo malbata wî ya li Dîlokê hat rêkirin.
Daxuyaniya walîtîyê
Walîtîya Amedê duhî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku leşkerên di şerî de birîndar bûyîn li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbîyî mirine.
Li gor nûçeya AA û DHAyê operasyon li herêmê didomin. (AS/MB)
Wêne: Ajansa Anadolûyê