Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê wê di 7ê Hezîranê de Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê bike. Festîval wê heta 11ê Hezîranê berdewam bike û di nava van 5 rojan de wê lîstikên şanoyê, konser û gelek kargeh ji bo zarokan wê pêk bên.
Komeleya Zarokan pêşkêşiyê ji Festîvalê re dike lê li gel Komeleyê gelek sazî jî piştgiriya vê festîvalê dikin ku ew sazî ev in: Ma Music Center, Zarok TV, Komeleya Hêviyên Rengareng, Lotûs, Komeleya Ekolojiyê, Navenda Hunerê ya Amedê, Med Der, Mala Laleşê ya Hunerê, AmîdArt, Anadolu Kultur, Zim Zim, Navenda Mafên Zarokan a Navnetewî (ICC), Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Odeya Bazirganiyê ya Amedê, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Festîval wê bi şahiyekê dest pê bike
Festîval wê 7ê Hezîranê saet di 17.00ê de bi Şahiya Zarokan dest pê bike. Bername wê li Parka Bircên Ben û Senê bi rê ve biçe. Di dema vê bernameyê de zarokên temenê wan di navbera 3 û 18an de ye wê bikaribin beşdarî li kargeha timbilk, stranbêjî, çêkirina pêlîstankan, boyaxkirina rûyî û hinên din bibin.
Piştî vê bernameyê bi rojekê, 8ê Hezîranê wê dîsa li avahiya wan saziyên ku piştgiriya Festîvalê dikin kargeh bi rê ve biçin. Li Salona Sînemayê ya ÇandAmedê film bên nişandan û li Salona Şanoya Bajêr a Amedê lîstika zarokan bê lîstin. Di dawiya rojê de jî Orkestraya ZarokMayê wê konsertekê li Salona Kongreyê ya KongreAMEDê li dar bixe.
Di 9 û 10ê Hêzîranê de jî li gel kargehan wê Komeleya Ekolojiyê û Odeya Bazirganiyê ya Amedê li Bexçeyên Hewselê bernameyeke geştê pêk bîne. Bername saet di 08.00ê de wê dest pê bike.
Festîval di 11ê Hezîranê de li gel kargehan wê bi Şahiya Firfirokan bi qede.
(FD)