Li Amedê bernameyeka bi navê “Panel û Pêşangeha Danasîn û Paşxaneya Dengê Jinên Mezopotamyayê” wê bê li dar xistin.
Mijara panelê “Pêkanîna Preojeyeke Jinên Hunermend ku Dengê Wan Winda” ye.
Di bernameyê de çendîn panelîst û hunermend cih digirin. Panelîst dê gotarên xwe pêşkêş bikin û hunermend jî dê bistrên. Moderatorîya bernameyê dê Gulan Mizgîn bike.
Panelîstên bernameyê ev in:
Ayşe Tepe Dogan, M.Mehdi Kizil, Berekat Ozmen, Alatin Kiliç, Murad Dildar, Seyfedin Guren, Gokçe Selim, Îhsan Zanyar, Şenay Kumuz, Bêrîvan Matyar, Mehdî Jafarîzade, Mehmet Demir.
Hunermendên Mêvan: Wetha Matyar, Feleknas Esmer, Sarya Ertaş.
Bername 14yê Tîrmehê li Qonaxa Îskenderpaşa, saet 19:30an dê dest pê bike.
Di çarçoveya projeyekê da dengê jinên Mezopotamyayê hatine berhevkirin. Serperiştîya projeyê Zeynep Yaşê kirîye. Vê projeyê bi piştgirîya CultureCIVICê dest pê kirîye ku 14yê Tîrmehê pêşangeha danasîna wan dengan heye.