Li Amedê bi çekan êrişî 2 kafeyên kirin
Li Amedê bi çek û bombeyên deng êrişî 2 kafeyên ku li navçeya Sûrê ne kirin.

Komekê bi çek û bombeyên deng êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewş ên li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûr a Amedê ne kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di êrişê de tiştek bi kesî nehat. Piştî êrişê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Hate zanîn ku beriya êrişê gef li xwediyên kafeyan hatiye xwarin.

Kesên ku li Amedê êrîşî Starbucks û Burger Kingê kirin, serbest bûn
25 Hezîran 2024
Tê pêşbînîkirin koma êrîşkar nêzî HUDA-PARê ye ku êvara 22ê Hezîranê jî ji bo bertek nîşanî êrişên Îsraîlê bidin, êrîşî şaxên Starbucks û Burger Kingê kiribûn.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.