Li Amedê 76 girtî û personelên girtîgehê bi gumana ku jehrîbûne, birine nexweşxaneyê
Ji bo lêkolînê nimûne ji xwarinê hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.

Li Kampusa Saziyên Bicihanîna Cezê ya Amedê 76 girtî û xebatkar bi gumana ku bi jehrê ketine birine nexweşxaneyê.
76 kesên ku 62 jê girtî û 14 jê personel in duh piştî xwarina nîvroyê nexweş ketine. Piştre ekîbên Tenduristiyê yên Lezgîn 112 ji bo dermankirinê ew birin nexweşxaneyên li bajêr.
Li gor nûçeya AAyê 16 girtî û 11 personelên girtîgehê piştî dermankirinê tabûrcî bûn. Dermankirina 46 girtî û 3 personelan didome..
MAyê jî nivîsand ku xetereya jiyana girtî û xebatkarên girtîgehê yên ku hîna jî tên dermankirin tune ye.
Ji bo lêkolînê ji xwarinan nimûne hatin girtin, derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.